Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson bo Çareserîya Kêşeya Qatarê li Kendavê Ye


Amerîka, Brîtanya û Kuveyt, bi daxuyanîyeke hevpar bang li alîyan kir ku bo kêşeya Qatarê, demûdest çareserîyekê bibînin.

Li gor ajansa fermî KUNA, her sê dewlet di daxuyanîyê de ji welatên Kendavê xwest ku kêşeya heyî rawestînin û bi dîyalogê çareserîyekê bibînin.

Daxuyanîya hevpar, piştî Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson, bi hevtayê wî Kuveytî Şêx Sebeh Xalid El-Hamad El-Sebeh re hevdîtinek pêk anî, hat dayîn.

Kuveyt, jibo çareserîya kêşeya Qatarê navbeynkarîyê dike.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Brîtanya Mark Sedwill jî tevlî beşeke civîna Tillerson û El-Sebeh bû.

Emîrê Kuveytê Şêx Sabah El-Ahmed El-Cabir El-Sabah jî bi Tillerson û Sedwill re kom bû.

Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Bahreyn û Misirê di serê Hezîranê de, Qatar bi ‘’piştgirîya terorê’’ tawanbar kiribûn û bi wî welatî re peywendîyên xwe yên dîplomatîk rawestandibûn.

Her çar dewlet, ji Qatarê re lîsteyeke daxwazan ya bi 13 xal şandibû, lê karbidestên Qatarî bicîhanîna daxwazan red kiribû.

Tillerson ewê vê hefteyê serdana Qatar û Erebîstana Saudî jî bike.

Li Rojhilata Navîn, bingeha leşkerî ya Amerîka ya herî mezin li Qatarê ye. Bingeha Esmanî ya Udeîd, jibo operasyonên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ya li dijî DAIŞ’ê tê karanîn û li wê bingehê bi qasî 11,000 leşkerên Amerîkî hene ​

XS
SM
MD
LG