Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson li NY Dijî Koreya Bakur Daxwaza Pirtir Tole Dike


Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson, li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku jibo Koreya Bakur toleyên nû werin ragihandin.

Tillerson di axaftina xwe de da zanîn ku ger li dijî bernameya nukleer ya Koreya Bakur tiştek neyê kirin, ewê encamên wê ‘’afat’’ bin.

Tillerson dîyar kir ku divê toleyên aborî yên ser Koreya Bakur werin zêde kirin.

Tillerson herwiha da zanîn ku ewê jibo welatên ku alîkarîyê didin kiryarên Koreya Bakur yên neqanûnî jî toleyan ragihînin.

Wezîrê Karên Derve got ku ew li bendê ye ku Çîn, ku şîrikê bazirganî yê Koreya Bakur e, li dijî wî welatî pirtir tiştan bike.

‘’Li seranserê cîhanê, jibo ewlekarîyê mijara li pêş nukleera Koreya Bakur e, ger em tedbîrekê nestînin ewê encamên wê afat be’’ Tillerson got.

Tillerson bang li welatên din kir ku peywendîyên xwe yên dîplomatîk bi Pyongyan re kêmtir bikin.

XS
SM
MD
LG