Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson: Em Ne Dijminê Koreya Bakur In


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson dîyar kir ku armanca Washingtonê ne gêrkirina rejîma Koreya Bakur e.

Tillerson got ku "em ne dijminê Koreya Bakur in" û da zanîn ku ew dixwazin bi wî welatî re qonaxa dîyalogê destpê bike.

Girjîya di navbera Amerîka û Koreya Bakur, jiber bernameya balîstîk û navokî ya Pyongyangê jinûve gur bûye.

Pisporên muşekan dîyar dikin ku muşeka dawî ya ku Koreya Bakur ceribandîye, digihîje Amerîka.

Tillerson dîyar kir ku tevî Amerîka bo Koreya Bakur ne gef e jî, Pyongang dijî Washingtonê gefan dixwe û divê ew bersîva wan gefan bidin.

XS
SM
MD
LG