Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov û Tillerson li Fîlîpînê Kom Bûn


Sergey Lavrov û Rex Tillerson
Sergey Lavrov û Rex Tillerson

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevtayê wî yê Rûs Sergey Lavrov, piştî Serok Donald Trump toleyên nû yên dijî Rûsya îmza kir, cara yekê civîyan.

Tillerson û Lavrov, li Manîla ya payxtaxta Fîlîpînê di hilcivîneke herêmî de kom bûn.

Lavrov, li dû hevdîtina ku demeke dirêj dom kir dîyar kir ku ew bawer dike ku Washington dixwaze dîyaloga bi Moskowê re bidomîne.

Wezîrê Rûsya bi berdewamî da zanîn ku ‘’wekî din ti alternatif tune ne’’

Her du wezîrên derve, di hevdîtinê de ser Sûrîyê jî axifîn. Lavrov dîyar kir ku ewê bo 4 herêmên ewle yên li Sûrîyê zehmetîyan bikşînin û da zanîn ku li dora Îdlibê ragihandina agirbestê zor e.

Lavrov dîyar kir ku Tillerson di hevdîtinê de, bertekên Rûsya yên dijî toleyên Amerîka pirsîye. Wezîrê Rûsya da zanîn ku ji hevtayê xwe yê Amerîkî re dîyar kiriye ku Moskow dê çawa bersîvê bide, lê ti hûrgilî derbarê wê bersîvê neda.

Lavrov bi berdewamî got ku ewê nûnerê taybet yê Ukrayna yê Donald Trump, di demeke nêz de cara yekê serdana Moskowê bike û derbarê kêşeya li rojhilata Ukrayna bi nûnerê wan taybet yê bo wî welatî re kom bibe.

XS
SM
MD
LG