Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson û Lavrov li New Yorkê Kom Bûn


Reuters’ê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevtayê wî yê Rûs Sergei Lavrov, berî civîna Neteweyên Yekbûyî (NY), li New Yorkê kom bûn.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert dîyar kir ku her du wezîr, derbarê kêşeya Sûrîyê û pêşxistina danûsitandinên li Cenevrê axifîne.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Marîya Zaharova jî da zanîn ku Lavrov û Tillerson, ser Rojhilata Navîn, Afrîqa Bakur, Peymana Minsk û kêşeya Sûrîyê peyivîne.

Di navbera Amerîka û Rûsya de jiber toleyan girjîya dîplomatîk heye. Herî dawî, Moskowê imtiyaza parkê ya jibo dîplomatên Amerîkî rakiribû.

XS
SM
MD
LG