Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson Hişyarî Dide Herêmê ku Lubnanê Wek Alava Kêşeyên Xwe Bi Kar Neyînîn


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson îro Înê hişyarî da hîn welatan ku di şerên xwe yên wekaletê de Lubnanê wek alav bi kar neyînin.

Tillerson dîyar kir ku Amerîka bi xurtî piştgirî dide serxwebûna Lubnanê û Saad Harirî jî wek serokwezîrê Lubnanê û hevalbendekî xurt ya Amerîka dibîne.

Harirî bi awayekî nepêşbînkirî ji Rîyada paytaxta Erebistana Saudî karvekişîna xwe ragihandibû û Îran û hevalbenda wê Hîzbullah bi çêkirina pirsgirêkan ji cîhana Erebî re tawanbar kiribû.

Karberdana Harirî, Lubnan avêtibû navenda kêşeyên herêmî yên navbera cîhana Sunnî ya bi pêşengîya Erebistana Saudî û ya Şîa ya bi rêbertîya Îranê ku li Sûrîyê, Îraq, Yemen û Behreynê jî bi bandor e.

XS
SM
MD
LG