Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson Daxwaza Guherandina Peymana Navokî Kir


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson xwest peymana navokî ya bi Îranê were guherandin.

Tillerson dîyar kir ku peyman divê jinûve were nivîsandin.

Wezîrê Amerîka ji Fox Newsê re da zanîn ku bo razîkirina Îranê ew li benda piştgirîya hevalbendên xwe yên Ewrupî ne.

Tillerson got ku peyman ‘’têra xwe ne tund e’’ û ‘’rê li ber bernameya navokî ya Îranê nagire’’

Serokê Amerîka Donald Trump jî peymana navokî ya bi Îranê re bi tundî rexne kiribû.

Tillerson dê cara yekê bi hevtayê xwe yê Îranî Cevad Şerîf û wezîrên derve yên welatên ku peyman îmza kirine re, kom bibe.

XS
SM
MD
LG