Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson: Bo Sûrîyê Divê Pirtir Tişt Werin Kirin


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson di axaftina xwe ya xatirxwestinê de ser peywendîyên Amerîka yên navneteweyî jî peyivî.

Tillerson dîyar kir ku bi agirbesta li Sûrîyê jîyana gelek sîvîlan hatiye parastin, lê jibo wî welatî divê pirtir tişt werin kirin.

Tillerson da zanîn ku Amerîka li Sûrîyê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) serkeftin bi dest xistine û li Afganistanê jî pêşde diçe.

Wezîrê Derve yê Amerîka, ser Rûsya got ku divê karbidestên wî welatî bi qasî gelê Rûs, berjewendîyên gelên cîhanê jî bifikirin.

Tillerson ser Koreya Bakur jî da zanîn ku bi zexta Amerîka û hevalbandên wê, Pyongyang pêşnîyaza hevdîtinê kiriye.

Tillerson dîyar kir ku ewê di 31’ê Adarê ji vegere jîyana xwe ya sîvîl.

XS
SM
MD
LG