Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson Ser Biryara Girtina 12 Parêzvanên Tirk Daxuyanî Da


Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson, ser biryara girtina 12 parêzvanên Tirk yên li pêş balyozxaneya Tirk êrîşî xwepêşanderên Kurd kiribûn daxuyanî da.

‘’Biryara girtinê ya jibo 12 parêzvanên Tirk, bi awayekî eşkere nîşan dide ku Amerîka, kesên li dijî azadîya beyanê û îfadeya sîyasî ya rewa rêkên tundûtûjîyê bi kar tînin qebûl nake’’ Tillerson got.

Daxuyanîya Tillerson, di brîfînga rojane de, ji alîyê Berdevkê Wezareta Karên Derve Heather Nauert ve hate xwendin.

Tillerson di daxuyanîyê de dîyar kir ku ewê Wezareta Karên Derve derbarê êrîşa ser xwepêşanderên Kurd, bi sazîyên ewlekarî û karbidestên dadgehê re xebatên xwe bidomîne.

Tillerson da zanîn ku piştî encamê, ewê wezaret dîyar bike ku gaveke zêdetir pêwîst e yan na.

Ser pirsa ‘’Bo kesên ku jibo wan biryara girtinê hatîye dayîn dê daxwaza radestkirinê hebe yan na’’, Nauert dîyar kir ku vekolîn didome.

‘’Hemî gavên zêde yên pêwîst bin emê binirxînin. Jibo ku berpirsên vê êrîşê hesabê bidin, em niha hewil didin ku bi awayekî rêkûpêk bi karbidestên me yên ewlekarîyê re bixebitin’’ Nauert got.

Ser pirseke din Nauert dîyar kir ku Balyozê Amerîka yê li Enqerê John Bass, li Wezareta Karên Derve yên Tirkîyê hevdîtin kiriye, lê got ku derbarê naveroka vê civînê ti agahî di dest wî de tine.

Nauret da zanîn ku parêzbendîya kesên di kortaja serokên dewletan de cîh digirin heye lê gava ew ji Amerîka derdikevin mafê wan yê parêzbendîyê radibe û ew dikarin werin girtin.

XS
SM
MD
LG