Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rex Tillerson Serdana Tirkîyê Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson, bo serdana du rojan îro Pêncşemê diçe Tirkîyê.

Jiber operasyona Efrînê ya Tirkîyê û alîkarîya Amerîka ya bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di navbera her du dewletan de ew demek e girjî heye.

Tillerson do Çarşemê li Urdunê dîyar kiribû ku Tirkîye hevalbendeke girîng ya NATO ye û bo hevkarîyê divê Washington û Enqere rêyeke hevpar bibînin.

Wezîrê Derve yê Amerîka li Kuveytê jî dabû zanîn ku ew jiber bûyerên li bakurê Sûrîyê ketine fikaran.

Tillerson di serdana Tirkîyê de dê bi hevtayê xwe Mevlut Çavuşoğlu û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Tirkîyê dixwaze operasyona Efrînê ber bi hêla Minbicê ve berfirehtir bike, lê karbidestên Amerîka dîyar dikin ku ewê ji wir venekişin.

XS
SM
MD
LG