Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kovara Time, Biden û Harris Wek "Mirovê Salê" Dibijêre


TIME Names the 2020 Person of the Year: Joe Biden & Kamala Harris
TIME Names the 2020 Person of the Year: Joe Biden & Kamala Harris

Kovara nûçeyan Time, Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris wek ‘’mirovê salê’’ bijart.

Îsal di lîsteya berbijaran de Serok Donald Trump jî cîh digirt.

Kovara Time ragihand ku Biden û Harris bi hev re nûkirin pêşnîyaz kirine.

Rêvebirê Giştî yê Kovara Time Edward Felsenthal da zanîn ku Biden û Harris jiber ku raber kirine ku ‘’empatî hêzeke ji dubendîyê mezintir e’’ û ‘’vîzyoneke rindbûnê nîşan dane’’ wek ‘’mirovê salê’’ hatine bijartin.

Serok Donald Trump jî di sala 2016’an de wek ‘’mirovê salê’’ hatibû ragihandin.

Kovara Time ji sala 1927’an vir ve her sal ‘’mirovê salê’’ radigihîne.

Sala borî bizavkara îqlimê Greta Thunberg wek ‘’mirovê salê’’ hatibû bijartin û bûbû kesa herî ciwan ya wek ‘’mirovê salê’’ hatiye bijartin.

XS
SM
MD
LG