Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kovara Time Zelenskyy Wek Mirovê Salê yê 2022'yan Dibijêre


Kovara Time, Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy wek mirovê salê yê 2022’yan bijart.

Time da zanîn ku Zelenskyy îlham daye Ukraynîyan û bo berxwedana li hember dagirkerîya wêranker ya Rûsya bala cîhanê kişandiye.

"Zelenskyy,ê ku di rojên pêşîn yên şer de red kir ku ji Kîev derkeve, bi weşanên ji paytextê Ukraynî li hev civandin. Zelenskky bi mayîna li Kîevê wêrekî daye gelê xwe û dû re rêberên sîyasî yên Ukraynî jî bi awayekî wêrektir tevgerîne."

Time bi bîr xist ku Serokê Ukrayna yê berê Viktor Yanukoviç di sala 2014’an de piştî xwenîşander nêzî qesira seroktîyê bûne ji welêt revîye û ew hîn jî li Rûsya dijî.

Zelenskyy dibêje ku di demên dawî de wî her çiqas dişîbinin serokwezîrê berê yê Brîtanya Winston Churchill jî ew pirtir xwe dişibîne Geroge Orwell yê nivîskar yan jî Charlie Chaplin yê komedyen.

Zelenskyy dibêje ku Chaplin di Şerî Cîhanê yê Duyê de komedî dijî faşîzmê wek çek bi kar anî û bandora hunermandan ji ya agirê topan zêdetir e.

Hêjayî balkişandinê ye ku kovara Time ji 1927'an vir ve mirovê salê dibijêre û par CEO’yê kompanîya Tesla Elon Musk wek mirovê salê hatibû bijartin.

XS
SM
MD
LG