Amerîka û Tirkiye gehiştîne rêkeftînekî bû pêkanina herîmeka bi ewleh li bakorê Sûrîye da tirsên Tikiye nehêle. Eve rêkeftîne piştî çend mehan ji gefên êrîşên leşkerî yên serokê Tirkiye dijî deverên li bin desthelata Kurdan da hatine kirin ko li despêkê wê navendeka çavdirîya hevbeş hebe.
Karbidestên Amerîka dibêjin, rêkeftin Sê xalên sereke hene, yek liser tirsên ewlehîya Tirkiye û dûrxistîna çekê giran û dewam kirina şerê dijî Daîûê.
Herçende hêşta hirkarên rêkeftinê bi aşkira xoya nakin lê ya aşkira û heta niha Amerîka û Tirkiye û heta astekê Kurd ji razine.
Bernama Tîrêj zêdetir liser vê mijarê rawesa digel mihvanln birlz, Xebat Şakir nûnerl PYD li Elmanêya û rojnamevan Zara Misto ji Kobanê bi mera bû.