Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje 30 Sîvîl li Bakurê Sûrîyê Hatine Kuştin


Serokerkanîya Tirkîyê îro Duşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku DAIŞ'ê do Yekşemê li Bab'ê 30 sîvîlên ku dixwestin birevin kuştine, û gelekên din jî birîndar kirine.

Di berdewamîya daxuyanîyê de, serokerkanîyê bêyî ku hûrgilî zelal bike, dîyar kir ku DAIŞ jibo ku sîvîl ji Babê dernekevin, mayîn çandine û bombeyên destan bi kar tîne.

Dewleta Tirkîyê di çarçoveya operasyona Mertala Feratê de bi piştgirîya serhildayên Sûrîyê dixwaze Bab'ê bigire. Bi vê operasyona ku di dawîya meha Tebaxê de destpê kir, Tirkîyê dixwaze sînorê xwe yê bi Sûrîyê, ji şervanên Kurd û tundreyên Sunî biparêze.

Çekdarên DAIŞ'ê li Bab'ê rê nedin ku Tirkîye pêşde here û ji destpêka operasyona Mertala Feratê vir ve herî zêde leşkerên Tirk li wê deverê hatin kuştin.

Çavkanîyên herêmî ragihand ku Tirkîyê di dawîya hefteyê de tanq û top veguhastine ber sînor û herwiha 500 komandoyên taybet jî li wir jibo şerê talîyê hazir sekinîne.

Hêjayî balkişandinê ye ku ji destpêka operasyona Mertala Feratê vir ve 26 leşkerên Tirk li Sûrîyê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG