Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Tirkên ku Êrîşî Xwepêşandaneran Kiribûn 12 Meh 1 Roj Cezaya Girtîgehê Sitandin


Dadgeha Bilind ya Washingtonê bo du Tirkan, ku dema serdana Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li pêş avahîya balyozxaneya Tirk tevlî êrîşê bûbûn, 12 meh û 1 ro ceza da.

Erdogan di Gulana 2017’an serdana Washingtonê kiribû dema li Qesra Sipî bi Serok Trump re hevdîtin dikir, komekê ew protesto dikir.

Erdogan dema derbazî avahîya balyozxaneya Tirk bû, koma serokomarê Tirkîyê protesto dikir û alîgirên wî bi hev ketin.

Dijî 15 parêzvanên Erdogan doz hat vekirin û du Tirk, ku hemwelatîyên Amerîka ne jî, hatin girtin.

Rûniştina biryarê ya doza du Tirkan, li avahîya Dadgeha Bilind ya li Washingtonê pêk hat.

Dadger Marisa Demoe dîyar kir ku gelek kesan bi beyanên nivîskî serî li dadgehê dane û sê kesên ku gotin ku roja bûyerê mexdûr bûne, Lusî Usuyan, Murat Yasa û Azîz Azîzî guhdar kir.

Usuyan da zanîn ku roja bûyerê ji serê xwe derbe xwarine, bîra wî têk çûye û hîn jî bo norolojîyê diçe nexweşxaneyê. Usuyan dîyar kir ku wî travmayeke mezin dîtiye û yek caran jiber derbeya bi serên wî de lêketinî her tiştî ji bîr dike û bo girtîyan cezaya herî giran xwest.

Murat Yasa dîyar kir ku jiber ‘’zorbazîya Tirkîyê ya dijî Kurdan’’ di salên 1980’î hatiye Amerîka, lê jiber bûyerên li pêş avahîya balyozxaneya Tirk êdî bo mafê protestoyan ketîye fikaran.

Azîz Azîzî jî da zanîn ku Kurdekî ji Îranê ye û hemwelatîyê Amerîka ye û wêneyeke wî ya roja bûyerê hatiye girtin nîşanî dadger kir ku têde derbxwarî xuya dike.

Dadger piştî berevanîya parêzerên her du Tirkan guhdar kir, bo wan 12 meh 1 roj cezaya hepsê da.

XS
SM
MD
LG