Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Hember Biryara Referandumê ya Kurdên Îraqê Nerazî Ye


Karbidestên Tirk ser biryara referanduma serxwebûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nerazîbûn nîşan da.

Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim dîyar kir ku ew bi awayekî eşkere û zelal alîgirê Îraqeke yekgirtî ne û ew naxwazin ku li wê herêmê kêşeyên nû çêbin.

"Em dixwazin ku hemî Îraqî bi hevre, di dewletekê de bijîn. Li herêma me têra xwe arîşe hene, li gor me çêkirina herêmeke din ya bi pirsgirêk, ne rast e," Yildirim got.

Wezareta Derve yên Tirkîyê jî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku wan dîtinên xwe yên ser referandumê ji hikumeta herêmî û ya Îraqê re gotine.

Wezaretê da zanîn ku li Îraqê kêşeya serekî têkoşîna dijî DAIŞ'ê re ye û divê berê zîyana ku wê rêxistinê daye herêmê, were rast kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû ku ewê referandumê di 25'ê Îlonê de li dar xîne.

XS
SM
MD
LG