Ajansa AFP radigihîne ku 2 leşkerên Tirk di êrîşeke roketî ya hember tankên wan de li bakurê Sûrîyê hatine kuştin, 5 leşkerên din jî birîndar bûn.
AFP ji televîzyona NTV ya Tirkî ragihand ku êrîşa DAIŞê li başûrê bajarokê al-Raî qewimî, ku artêşa Tirk berî du rojan enîyeke nû li wê derê vekiribû.
Herêma ku bûyer qewimî, li rojavayê Cerablusê cîh digire ku grubên bi piştgirîya Tirkîyê hefteya borî ew bajar kontrol kiribû.
AFP ragihand ku helîkopterên Tirk li esmanên cîhê bûyerê difirîn ku kesên birîndar rake û bibe nexweşxanê.
Hêjayî balkişandinê ye ku Tirkîye dixwaze li herêma ser sînor ya navbera Ezaz û Cerablusê, ku dirêjîya wê 98 km ye, herêmeke ewle ava bike.