Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Roketî ya DAIŞ'ê de 3 Leşkerên Tirk li Nêzî Cerablusê Hatin Kuştin


Ajansa AFP radigihîne ku di encama êrîşeke roketî de 3 leşkerên Tirk li herêma Tel al-Hawa ya nêzî Cerablusê hatine kuştin.

Li gor hesabên nêzîkî DAIŞ’ê, ew rêxistin êrîşa dijî tankên Tirk rakiriye ser xwe.

AFP ji daxuyanîyeke artêşa Tirk ragihand ku tanka Tirkan di dema şerên navbêra komên serhilda û DAIŞê de dide hatiye lêxistin.

Artêşa Tirk ragihand ku di operasyona “Mertala Fêratê” de heta niha 15 armancên DAIŞê hatin xistin û 4 avahî hatine hilweşandin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Enqerê û komên serhilda yên ku ew destek dide, di 24’ê Tebaxê de dest bi operasyona Cerablus kiribû û bajar ji DAIŞ’ê standibû.

XS
SM
MD
LG