Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeyeke Tirk Dê Ser Sûrîyê Serdana Moskowê Bike


(arşîv)

Berdevkê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Omer Çelîk dîyar kir ku şandeyeke payabilind ya Tirkîyê dê roja Şemîyê serdana Moskowê bike.

Li gor daxuyanîya Çelîk dê şandeya Tirk li Sûrîyê ser peyvajoya Astana û Cenevrê biaxifin.

Piştî hevdîtina şandeyên Tirk û Rûs, dê Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî kom bibin.

Çelik da zanîn ku Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka John Bolton dê piştî sersalê serdana Tirkîyê bike.

Serokê Amerîka Donald Trump hefteya borî dîyar kiribû ku ew dê hêzên Amerîkî ji Sûrîyê vekişînin.

Rûsya dixwaze ku Amerîka rojhilata Sûrîyê li gor hiqûqa navneteweyî radestî hikûmeta Şamê bike.

Tirkîye jî dixwaze li rojhilata Çemê Firatê dijî Hêzên Sûrîyê Demokratîk (HSD) operasyonê li dar dixîne.

Enqere, HSD’ê, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, ‘’rêxistineke terorîst’’ dihesibîne.

XS
SM
MD
LG