Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Tirk li Herêma Kurdistana Îraqê Dest bi Operasyonekê Kir


Wezareta Berevanî ya Tirkîyê îro Duşemê dîyar ku artêşa Tirk dijî armancên çekdarên Kurd yên PKK'ê li bakurê Îraqê - li nav sînorên Herêma Kurdistanê- dest bi operasyoneke esmanî û bejahî kirîye.

Wezaretê ragihand ku di operasyanê de firokeyên şer, helîkopter û dronên Tirk ji kampan bigire heta depoyên cebilxaneyên PKK'ê dikin armanc.

Wezareta Tirk herwiha eşkere kir ku operasyona artêşa Tirkîyê li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn tê meşandin û li gel êrîşên esmanî komando û hêzên taybet jî bi bejahî û esmanî beşdarê operasyonê dibin.

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar ji ajansa nûçeyan ya dewlata Tirk Anadolu re ser operasyonê daxuyanî da.

"Operasyona me li gor plansazîyê bi serkeftî berdewam dike û armancên ku bo qonaxa yekê de hatin dîyar kirin, hatine lêdan,"Akar got.

Lê, wezîr Akar di derbarê hejmara kuştî yan brîndaran de ti agahî eşkere nekir.

Wezaretê destnîşan kir ku çalakîya bi navê "Operasyona Pênçe Kilît" bi armanca 'pêşîgirtina êrîşên terorê' û 'ewlekarîya sînor' tê kirin, piştî ku wan nirxandîye ku PKK êrîşeke mezin plan dike.

Hejayê destnîşan kirinê ye ku arteşa Tirk li herema Kurdistane ya li bakurê Îraqê bi rêkûpêk êrîşên esmanî pêk tîne û gelek caran bi hêzên Tirk yên komando, ji ser sînor dikevin herêmê.

XS
SM
MD
LG