Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Tirkiye Dê Venegere Ser Rewşa Berê


Serokomarê Tirkiyê 16.07.2016 li Firîngeha Ataturk li Stenbulê
Serokomarê Tirkiyê 16.07.2016 li Firîngeha Ataturk li Stenbulê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan ji Frîngeha Ataturk ji bo raya giştî ragihand ku, yên hewildana darbeya leşkerî dan ewê bigehin sizayekê giran û beşdar weke xayîn ên welat nasandin.

Piştî ku hikumeta tirkî di daxuyaniyekê de ragihandî û daye zanîn ku, hewildana darbekaran sernegirt û ew hatin têkşkandin, serokomar Recep Tayyîb Erdogan li frîngeha Ataturk daxuyaniyek da û got"kesên tiliya wan di darbeyê de heyî ewê bersivek guncayî bibînin, eger ku, girêdana wan bi her çi saziyekê ve hebe û got ev darbeyek bû li dij hevkarî û yekêtiya welat".

Herweha Erdogan got " ewê di nava gel de bimîne, gel li koderê ye ew jî li dê li wir be".

Piştî weşana daxuyaniya darbeyê ya ku têde hatbû ku, wan dest daniye ser desthilatê li tirkiyê, serokomar bang li gelê tirkiyê kir bû ku derkevin kolanan û dengên xwe li dij darbekaran bilind bikin.

Wêne ji Stenbul û Enqerê hatin weşandin ku, bi hezaran gelê tirk li ser cadeyan bûn li hember tang û panzeran rawesta bûn.

Çavkaniyên leşkerê tirk dan xuyakirin ku Şêwirmendê sopasalarê tirkiyê Muharam Kosa bi darbeyê rabibû.

Erdogan cemaita Fethollah Gulen bi hewildanên darbeyê tawanbar kirin.

XS
SM
MD
LG