Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Faîk Bulut: Rusya Naxwaze Îran û Tirkîye li Sûrîyê Bihêz Bin


Faiq Bûlût Şirovekarê Siyasî li Tirkiyê
Faiq Bûlût Şirovekarê Siyasî li Tirkiyê

Piştî civîna Soçî Serokomarên Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi xeta telefonê 22 Rêşemî 2019’an de bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li ser mesela Sûrîy hevdîtinek çêkir.

Tirkîye di hêlekê de bi Rusya û Îranê re, di hêla din de bi Amerîkayê re trafîqeke dîplomatîk dimeşîne.

Li gorî pisporên Rojhilatanavîn, ev dîplomasîya Tirkîyê ya li gel Amerîka ji siyaseta niha ya Tirkiyê ya bê îstîqrar derdikeve pêş.

Pisporê Rojhilatanavîn Nivîskar û Lêkolînvan Faîk Bûlût, dema vê yekê dinîrxîne dibêje, ne Amerîka û ne jî Rûsya naxwazin, Tirkîye li vê qada ku ew lê dimînin bibe xudan hêz.

Bûlût, balê dikşîne ser têkilîyên Rûsya, Îran û Tirkîyê jî û dibêje ev têkilî ne têkilîyên dem dirêj û stratejîne:

“Rusya berî her tiştî li Sûrîyê naxwaze ku Îran bibe xudanê hêzekê û li Sûrîyê ferman bide. Ji alîyê din ve, heman tişt ji bo Tirkîyê jî difikire. Daxwazên Rûsya ewin ku van herdû dewleta di bin kontrola xwe de bigre.”

Pisporê Rojhilatanavîn Bûlût, civînên Astana û Soçî jî bi awayekî serkeftî nabîne:

“Raste ev civînan hatin çekirin, lê ji bo mesela Sûrîyê heta niha jî çareserîyek derneket. Herî dawî li Soçî jî nav Tirkîyê, Îranê û Rûsyayê de li hev kirinek çênebû. Ji bo vê jî Tirkîye geh serî li Rûsya û geh jî serî li Amerîkayê dide.”

Raporta Eyyup Demîr - Enqere
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:25 0:00

XS
SM
MD
LG