Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar, serdana sînorê Sûrîyê kir.
Akar dîyar kir ku bo operasyoneke dijî Sûrîyê ‘’xebatên berfireh’’ didomînin.
‘’Li pêş me Minbic û rojhilata Firatê heye. Li ser vê, planên pêwîst hatin çêkirin. Hazirîyên me bi awayekî berfireh dewam dikin’’ Akar got.
Akar da zanîn ku tekane armanca wan terorîst in û got ku ‘’kesên aqilê wan heye, dizanin ku di navbera me û birayên me yên Kurd de, ku em mîna goşt û neynuk in, ti kêşe tune ye’’
Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê: Bo Operasyonê Dijî Sûrîyê Hazirîyên Berfireh Didomin
