Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îbrahîm Kureken: Kuştina Qasim Sulêmanî dê Tiştekî Neguhêre


Îbrahîm Kureken
Îbrahîm Kureken

Pozberîyên ku di navbera Amerîkyê û Îranê de didomin li Rojhilata Navîn jî girjiyekê pêk tînin.

Kuştina Qasim Sulêmanî wê çi bîne an jî çî bibe? Li gorî pisporên Rojhilata Navîn dibe ku kuştina Sulêmanî tesîrekê li ser dewleta Îranê dibe, lê wê di sîyaseta Îranê de gorankarîyeke mezin neyne.

Nivîskar Îbrahîm Kureken, di vî warî de dide xuyakirin ku, Îran li herêmê reh daye û sîyaseta xwe li ser şexsan na bi sazûmaneke duristkirîye:

“Hin kes dibên ku kuştina Qasim Sulêmanî wê gorankarî çêke lê ez ne di wî bawerîyê de me. Ji bo ku îro ew hate kuştin û dêl wî de yê ku hat, dê valahîyê tije bike. Ji bo vî jî heta di rejîman de gorankarî nebe, bi kuştina kesan tiştek nagore.”

Girjiya Rojhilata Navîn her roj her ku diçe aloztir dibe. Kureken wan alozîyan bi berjewendîyê hin dewletan ve girêdide û dadidexuyakirin ku pêwîste Kurd jî di nav vana de berjewendîyê xwe biparêzin.

“Amerîka ji bo Kurdan li Rojhilata Navîn nîne. Van demên dawî de hin hewildanê Amerîkayê yê dijî Kurdan jî me dît. Lê heke Amerîka li Rojhilata Navin nebe em dizanin ku dewletên dewrûberên Kurdan jî dê pêngava Kurdan bifetisînin. Ji bo vî jî Kurd di vê dema aloz da pêwîst dike ku hay ji xwe bin.”

Li Rojhalata Navîn ana germahîya Lîbyayê derdikeve pêş. Kureken, dema geşedanên Lîbyayê dinîrxîne dide xuyakirin ku, ew der ji alîyên hin dewletan deverekî dagirkerîyê tête dîtin, li ber vî jî Tirkîyê jî berê xwe dayê alîyê Lîbyayê.

Raporta Deng/Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:28 0:00


XS
SM
MD
LG