Lînkên eksesibilîtî

Hest û Helwest: Çarenûsa Têkiliyên Tirkiyê Û Yekîtiya Ewrupî


Qasim Ergûn û Hoşeng Osê

Doh Duşemê, komisyonerê budceya Yekîtiya Ewrupî Guenther Oettinger got ew pêşbîniya wê yekê dikin ku alîkariyên Ewrupî yê bo Tirkiyê, bên daliqandin bi sedema kiryarên hikûmeta Tirkiyê li dijî opozisyonê.

Wî ji rojnameyeke Almanî re got 4.3 milyar Yoro hatibûn terxankirin wek alîkarî ji bo Tirkiyê bi mebesta nêzîkirinî Tirkiyê bo Ewrupa, di nav de jî rêhanana dozger û dadweran ku biryare ta sala 2020an berdewam be.

Tirkiyê ta niha bi hezaran dozger û dadwer ji kar dûr xistine bi gumana girêdana wan bo tevgera Gulen.

Pêwendiyên Ewrupa û Tirkiyê ber bi ku ve diçin û têkçûna wan dikare çi bandorê bide ser Tirkiyê?

Ziyan dê li herdû aliyan be an tenê Tirkiyê dê rastî rewşeke xerab bê?

Hikûmeta Tirkiyê di hewildana duristkirina rewşa ewlekariya navxweyî de, çiqas pêwendiyên xwe yên derve ji dest dide?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser van pirsan:

Qasim Argûn, Endamê Rêveberiya Partiya Azadiya Kurdistanê ku li Tirkiyê dimîne û Nivîskar Hoşeng Osê ku li Belçîka dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

XS
SM
MD
LG