Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Temel Karamollaoglu: Tirkiye di Warê Aborîyê de di Şikestinê de Dijî


Pisporê aborîyê û Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu.
Pisporê aborîyê û Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu.

Desteya Statîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) di rojên çûyî de rêjeyên înfilasyonê ya meha Tîrmehê 2021'an eşkere kir.

Li gorî vê raporê Îndeksa Bihayê Serfkaran ya meha Tîrmehê %1,80 bilind bûye, ya salane jî bûye %18,98.

Li gorî statîstîkan û nêrînên pispor û siyasetvanan Tirkiye her ku diçe jar dibe û aborîya wê jî lawaz dibe.

Wezareta Malîyê û Xezînê ya Tirkiyê jî ragihand ku heta meha Hezîranê 2021 an "Stokên Deynê Brut yê Rêveberîya Merkezî" bûye 2 trîlyon û 26 mîlyar lîra ango nêzîkî 39 mîlyar dolarî ye.

Pisporê aborîyê û Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu, rewşa aborî û debara jiyana gelê Tirkiyê nîrxand.

Karamollaoglu ragihand ku li Tirkiyê li ber lawazbûna dadê û hiqûqê, jarketina tenduristî û perwerdehê, xelatîya dîplomasîyê û sîyasetê aborîya Tirkiyê jî ber bi şikandinê ve birîye.

Li gorî Karamollaoglu, di nav sala 2021'an de Tirkiye di warê aborîyê de jarketina herî mezin dijî. Karamollaoglu ev yek wiha radigîhîne:

"Li Tirkiyê di heft mehê ev salî de sînorê birçîbûnê bûye 367 lîra û pêdivîyên derî xurekan jî 641 lîra zêde bûye. Xurekên binyat wek rûnê şile di nav yek saleke de 27 lîra zêdebûye û derketîye 83 lîrayî. Ev hejmaran rasteqîna welatê me şanî dide. Qeyrana aborîyê ku em ana têda ne, dikarim bêjim ku pişta gelê me xwar kirîye. Sedema vî jî desthilatîya ku ana ser karda ye, ew e."

Bazarê Ulus-Enqere
Bazarê Ulus-Enqere

Li Tirkiyê di nav 8 salên dawî de dahata netewî ya serê her take kesekî, her ku çûye daketîye xwarê. Karamollaoglu balê dikşîne ser vê mijarê û desthilatîya ser kar jî tewanbarê hîmî dibîne û wiha dibêje, "Li Tirkiyê dahata netewî ya serê mirov di sala 2021 an de 7 hezar û 700 dolar e. Di sala 2013 an de dahata netewî ya serê mirov nêzîkî 13 hezar dolar bû. Temaşe bikin di nav 8 salan de dahata netewî ya serê mirov )Her take kesekî di civakî) de, 5 hezar û 300 dolar daketîye.

Pêwîst bû, ev dahata netewî ya serê mirov di sala 2021 an de 23 hezar dolar baye. Temaşe bikin digotin emê Tirkiyê derxînin asta Ewrûpayê. Lê mixabin em ana ji Romanya, Bulgarîstan, Sirbîstan, Gabon û Komara Domînîk jî paştatir in. Ez li vê derê ji rayetaran dipirsim em çima di vî halî dane?"

Li gorî analîstên aborî û sîyasî tê ragihandin ku heke rewşa Tirkiyê bi vî şêweyî berdewam bibe di sala 2022'an de jî dê rewşa Tirkiyê xirabtir be.

Raporta Enqerê 08 08 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:24 0:00

XS
SM
MD
LG