Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îdîayên Sedat Peker di Mediya Civakî de li Dij Hin Berpirsên Tirk


Sedat Peker ku xwe weke karmendek welatperwer yê Tirk dide naskirin, li dijî hin wezir û parlamenterên berê îdîayan mezin dike ku her îdayek wî di derceya skandalekê de ye.

Ev nêzî du sal in li derveyê welat e û jiber dozên li dij wî hatine vekirin nikare vegere. Di vidyoyan de Peker dibîje ku niha ew li Îaratên Erebî Yên Yekbûy "Emîrates" e.

Sedat Peker gelek salan ji sûcên cuda di girtîgehê de ma. Lê di salên dawî de piştevanîya xwe ya jibo Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Recep Tayîp Erdogan anîbû ziman.

Seat Peker - kesayetiyê tarî yê di mediya civakî de rolê wî yê îdîayên li dij berpirsên Tirk heye
Seat Peker - kesayetiyê tarî yê di mediya civakî de rolê wî yê îdîayên li dij berpirsên Tirk heye

Peker, ji 2ê Gulanê û vir de heftê carek li ser Youtubê vîdyoyan parvedike û di îdayên xwe de Wezîrê Karê Navxwe Suleyman Soylu û wezîrê berê Mehmet Agar dike hedef. Ku her vîdyoyek bi milyon caran tê temaşekirin.

Îdiayên Sedat peker çi ne?

Peker, roja yekşemê bi îdayên nû vîdyoyek belav kir. Di wir de dibêje ''Rojnamevan Ugur Mumcu, Kutlu Adali, karmendên Kurd Savaş Buldan, Behçet Canturk bi fermana Mehmet Agar hatine kuştin.''

''Rojnamevan Ugur Mumcu dest bi behsa kesên ku berjewendiya wan di terorê de heye kir, hate kuştin. Dema Ugur Mumcu hate kuştin, kesê ku pêşî çû serê, kujerê wî Mehmet Agar," bû.

''Dema Mehmet Agar Gerinendeyê Giştî yê Ewlehîyê bû, Behçet Canturk, Savaş Buldan dostê Mehmet Agar bûn, ji wan pere distandin. Kîngê dest bi sîyasetê kir jibo têkilyên wî eşkere nebe, hemîyan da kuştin.''

Peker di hemî vîdyoyan de Mehmet Agar bi bazirganiya kokaînê jî sûcdar dike.

Herwiha dibêje ''Jiber ku xeta bazirganîya kokaînê ya li ser Kolombîya eşkere bû jibo dîyarkirina xeteke nû, Erkan Yildirimê kurê Bînalî Yildirim (serokwezîrê berê) çû Venezûela. Di navenda vê bazirganiyê de Mehmet Agar heye û Erkan Yildirim dostê nêz yê Suleyman Soylu ye.''

Sedat Peker îda dike Suleyman Soylu bi piştevanîya wî gihîştiye van rojan û dibêje 'Soylu rêxistineke ava kirîye e û post û derfetên dewletê jibo berjewendiya xwe bikartîne.''

Suleyman Soylu li dijî îdiayan derket û di heqê Sedat peker de doz vekir.

''Wezîrê Karê Navxwe Suleyman Soylu di heqê Sedat Peker de doz vekir. Soylu jibo Peker got ''Ew rêberê rêxistineke sûcê ye û demek dirêje qaçax e. ''

Herwiha Soylu di dewamiyê de îdayên Peker jî weke beşek ji operasyoneke navdewletî pênase kir, ''Ev operasyona navdewletî Tirkiye jixwe re kiriye armanc'' Soylu dîsan got ku, ew bawer dike di nav vê operasyonê de rêxistina Fethullah Gulen (FETO) jî heye.

Soylu, di heqê rojnamevan Hadi û Suleyman Ozişik de jî doz vekir jiber ku Sedat Peker vîdyoyek de Hadi ozişik îdîa kir bû ku di nav peywendiyê de ne.

Hêjayî gotinê ye ku di nav sê hefteyan de ne ji hikumetê ne jî ji Serkomarîyê daxuyaniyek fermî nehatîye dayîn.

Lê Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan di nava hefteyê de bê ku navê kesek bîne bal kişandbû ser têkiliya bi mafyayê re û gotibû ''Rêxistinên suc jî weke rêxistinên terorê dişibin marên jehirdar. Dema hûn bi mar re bikevin ciwal-xirarek de, divê hûn ji tiştên bên serê we jî razî bin."

Girêdayî heman mijarê, beriya sê rojan peyamnêrê Ajansa Anadoluyê Musab Turan di civata Wezir Bekir Pakdemirli û Mustafa Varank di weşana zindî ya medya civakî de pirsa iddiayên Sedat Peker kir û jiber weşana zindî û wan pirsan ji kar hate avêtin.

Peyamnêr di pirsa xwe de got "îdiayên narko-burokrasiyê di dewleta me di warê navnetewî de xist di tengasiyê de. AK Partî tevgerek civakî ye, Suleyman Soylu qey ji AKPê mezintir e, çima ji Ak Partiyê wezirek li ser van îdayan peyvek negotiye? Li hember van îdayan em nikairn li ruyê zarokên xwe binîrîn, ma qey zarokên we nîn in?"

Li ser van pirsan Ajansê Musab Turan jikar avêt. Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Fahretin Altun jî peyamek belav kir û got "Yên ku dixwazin nikare cidîyeta dewletê kirêt bikin, dê berdêlên wî bidin. Kesên ku bi zimanê rêxistinên terorê diaxivin û îrada miletê me biçuk dixin nikarin di bin banê ajansa dewletê bihewin."

Raporta Diyarbekir/Amedê 23 05 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:28 0:00

XS
SM
MD
LG