Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye: Amerîka Rahênanên Dide YPG"ê Bo Avakirina Hêzên Sinorî Nayên Qebûlkirin


Arşîv: Hêzên YPG li Efrin
Arşîv: Hêzên YPG li Efrin

Peyvdarê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nerazîbûn nîşadan, li hember rahênan û perwerdeya Amerîka bo avakirina hêzeke sinorî li Bakurê Sûriyê ku YPG jî di nav deye.

Îbrahim Kalin, peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Yekşemê got, li şûna ku Amerîka piştevaniya xwe ya jibo YPG rawestîne li gor daxwaza Tirkiyê "Amerîka pêngavên ne rihetiyê tavêje dema ew xebatê bo rewatiya "YPG"ê dike û dixwaze li herêmê wê bincî bike, ev qet nayê qebûl kirin". Weke Kalin peyvdarê Erdogan dibêje.

Ji aliyê din, berpirsê ofîsa giştî yê Hevpeymaniya Navnetewî ya ku Amerîka serkêşiya wê dike di peyamek elektronî de ku bo ajansa Reuters şandiye, hûrgiliyên avakirina hêzeke nû behs dike. Berpirs dibêje, nîva hêzên nû dê ji hêzên kevin û xwedî serbûr yên HSDê bin û nîva din nihe tên amadekirin.

Hêzên nû dê li dirêjiya sinorê Sûriyê ligel Tirkiyê û Îraqê êne belavkirin heta çemê Firatê yê ku weke hêla cûdaker di navbera HSDê ya ku, ji aliyê Amerîka ve tê piştevanî kirin û aliyê din yê Firatê ku, hêzên dewleta Sûrî lê dimîni û ji aliyê Îran û Rûsya ve tên destek kirin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, her îro Yekşemê serokê Tirkiyê di peyveke xwe de gef li YPGê kirin got, emê wan li Efrînê jinav bibîn.

Tirkiye, Yekîneyên Parastina Gel "YPG"ê weke dirêjpêdana PKK dibîne ya ku ji salên 80an heta nihe li Başûrê Rojhilatê Tirkiyê li dij dewleta Tirk di şer de ye, Tirkiye dibêje, ewê şerê wê rêxistinê û yên girêdayî wê bike li nav û li dervey Tirkiyê.

XS
SM
MD
LG