Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Dibêje Dibe Têkiliyên Wan Ligel Amerîka Aloztir Bibin


Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlut Çawuşoglu îro Çarşemê got ziyan gihîşte pêwendiyên wan ligel Amerîka bi sedema redkirina Waşintonê ku, rêberê olî Fethulla Gulen radestî wan bikin û dabînkirina çekan bo çekdarên Kurdên Sûriyê YPGê.

Çawûşoglu ji ajansa fermî ya hikûmetê Anadol re got, pêwendiyên di navbera wan û herdû hevalbendên NATO de, dê bêhtir rastî ziyanê bên eger Waşinton şaşiyên xwe serast neke.

Tê zanîn Enqera ji Waşintonê dilgirane li dor redkirina radestkirina Gulen ku Tirkiye wî bi hewldana têkçûyê ya kudetaya sala 2016an tawanbar dike û her wiha piştgiriya Amerîka bo hêzên YPG ku, Tirkiye wan wek dirêjiya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK dibîne.

XS
SM
MD
LG