Piştî darbeya leşkerî ya neserkeftî di15’ê Tîrmehê 2016 an de, li Tirkiyê bi awayekî demkî di roja 21ê Tîrmeha heman salê de Rewşa Awarte hatibû ragihnadin.
Di 18 Tîrmeha 2021 an de li Meclîsa Tirkiyê "qanûna çente" hate perjirandin. Lê di nav wê "Qanûna Çente" de Rewşa Awarte hate dirêjkirin.
Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaba, dirêjkirina Rewşa Awarte nîrxand û ev yek wek dijî demokrasîyê şanî da û wiha got, "Rewşa Awarte berî salên 1990 an li herêmên Kurdan hatibûn ragihandin. Heta sala 2002’yan jî berdewam kir. Lê îro em dibînin ku li her derê Tirkiyê Rewşa Awarte hate ragihandin. Demeke dirêj bes Kurd di bin Rewşa Awarte de bûn. Êdî gelê Tirk jî ez bawerim wê rewşa Kurdan baştir têbigihin."
Piştî destpêkirina Rewşa Awarte li Tirkiyê Bi Biryarên Hukmê Qanûnê (KHK) di nav pênc salan de di derheqê 70 hezar kesî de doz hatin vekirin. Gelek kes ji kar hatin avêtin. Kuçukbalaban, vê yekê wek encama Rewşa Awarte dîyar dike û hestê xwe wiha radigîhîne û got, "Temaşe bikin rayedarên Tirkiyê dibêjin ku Rewşa Awarte nav heye lê di merîyetê de nîne. Çawa di merîyêtê de nîne, bi hezaran kes ji kar hatin durxistin, dîsa li ser gelek kesan doz hatin vekirin. Her roj jî binpêkirina mafan berdewam dike. Ev yek jî zirareke mezin dide aşitî û demokrasîya Tirkiyê.
Rewşa Awarte êdî di meclîsê de derbas bû. Piştî ku di rojnameya resmî de bê weşandin ew dem jî yekser wê têkeve merîyetê.
Rayedarên hikûmetê her çiqas bêjin ku bi awayekî şikile jî, lê dîsan gelê Tirkiyê ji ber Rewşa Awarte ne rihetin.