Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Wê Êrîşî Serhildayên Berguman Kirîye


Termên Kurdên ku di encama êrîşên esmanî yên firokên Tirk de hatine kuştin, li nêzîkî gundê Ortasu ya bajarokê Uludere, li Şirnêxê.
Termên Kurdên ku di encama êrîşên esmanî yên firokên Tirk de hatine kuştin, li nêzîkî gundê Ortasu ya bajarokê Uludere, li Şirnêxê.

Artêşa Tirkîyê dibêje, wê li nêzîkî sînora Îraqê, êrîşên esmanî dijî serhildayên Kurd yên berguman pêk anîne, lê raportên rêvebirên xwecîhî piştrast nekir ku dibêjin, herî kêm 23 sîvîl di êrîşan de hatine kuştin.

Karbidestên dewletê yên li bajarê Şirnêxê dibêjin, wusa xuya ye qûrbanîyên êrîşan, gundî bûn ku ji bakurê Îraqê bi qaçaxî neft û şekir tînan nav Tirkîyê û firokên ceng bi çewtî êrîşî wan kirîye, wekî ku ew serhildayên Kurd bin.

Daxuyanîya artêşa Tirk dibêje, komeke serhildayên PKK'ê li deverê hatine dîtin.

Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji nêzîkî 30 salan vir ve şerî otonomîya Kurdî li Tirkîyê dike. Di encama şer û pevçûnan de bi deh hezaran kes hatine kuştin.

Tirkîye, Yekîtîya Ewrupa û Amerîka, PKK'ê wekî rêxistineke terorîst nav dikin.

XS
SM
MD
LG