Tirkîyê îro Sêşemê Îsraîl jiber pêşveçûna wê ya ber bi axên Sûrîyê şermezar kir.
Wezareta Derve ya Tirkîyê got ku Îsraîl ketiye herêma ewle ya di navbera Îsraîl û Sûrîyê de ber bi axên Sûrî ve pêşve çûye.
Wê wezaretê di daxuyanîyê de got ku ‘’Îsraîl careke din hişmendîya xwe ya dagirker’’ nîşan dide.
Îsraîl dîyar kir ku hêzên wê derbazî axên Sûrî nebûne.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê ji herêma tampon derneketine.
Lê, jêderên Sûrî dibêjin ku êrîşên Îsraîlê 25 kîlometre nêzî Şamê hatine.
Jêder: AFP