Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Duşemê ragihand ku hêzên Tirk êrîşên giran yên topan yên li dora Bendava Tişrîn û Pira Qerequzaq didomînin.
SOHR’ê dîyar kir ku firokên hêzên Tirk jî di ser Kobanîyê re difirin.
Ev bûyer di vê demê de ne ku li rojhilat û bakurê Sûrîyê girjîya hêzên Tirk û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di asta bilind ye.
Jêderên SOHR’ê do Yekşemê jî ragihandibû ku firokên hêzên Tirk li nêzî gundên Zormixar û El Teyar yên li rojavayê Kobanîyê êrîş pêk anîne.
Wan jêderan dîyar kiribû ku firokên Tirkîyê êrîş birine ser Pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê.
SOHR’ê ser wan êrîşan ti birîndarbûn û kuştin ranegihand.
HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIIŞ) de hevbenda serekî ya koalîasyona navneteweyî ya bi pêşengîya Amerîka ye.
Tirkîyê ser YPG’ê dibêje baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) yê li Sûrîyê ye, lê HSD dibêje ti peywendîya wê ya organîk bi PKK’ê re tuneye.
Jêder: SOHR