Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Hewlêr Û Bexda Daxwaza Navbeynkariyê ji Tirkiyê Dikin


Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Çarşemê ragihand ku, jiber têkçûna têkiliyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de li Bexda, daxwaza navbeynkariyê ji Tirkiyê tê kirin.

Çavuşoglu bo ajansa Anadolu ya ser bi dewletê ve axivî û got" daxwaza navbeynkariyê tê kirin, 21 meha Çile emê seredana Bexda bikin, emê danûstendinan liser vê pirsê û pirsên dualî biaxivin".

Çavuşoglu herwiha dibêje, referanduma ku, Masûd Barzanî, serokê Herêma Kurdisatana Îraqê encam dabû"xeletiyek" bû, dîsan got "Hikûmeta Herêmê ya Kurdî û xelkê wê rastiya wê yekê zanî".

Çavuşoglu, da zanîn ku Hewlêr û Bexda pêwîstiya wan bi pêkhatinekê heye û daxûyaniya vê dawiyê ya hikûmeta Herêmê derbarê pejirandina biryara dadgeha destûrî ya Îraqê pêngavek erênî ye, weke Çavuşoglu dibêje.

Wezîrê derve yê Tirkiyê herwiha dibêje"dema tu, di nava welatekî de bijî, divê yasayên wî welatî û destûrê wê dewletê bipejirînî".

Çavuşoglu dîsan dibêje hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şêweke fermî daxwaz ji me kirîye ku, em bo ne hiştina alozyan bibin alîkar.

XS
SM
MD
LG