Li ser navê rêxstinan Serokê Komela Mafê Mirovan yê Amedê Racî Bîlîcî daxuyanî xwend û destnîşan kir ku, hemî gelen Tirkiye û Kurdistanê ji şer û pevçûnan nerihet in.
Bîlîcî di daxuyaniyê de eşkere kir ku, rêxistinên sivîl jibo aşitiyê û vegera pêvajoya demokratîk ketin nav hewildanan, lê hem serokkomar û hem jî hikûmet û dewlet van hewildanan weke alîkariya terorê binav kirin û dixwazin bi rêya dadgeh û dozgeran dengên aşitiyê biçewisînin.
"Niha li hember Kurdan û alîgirên demokrasiye, hemî hêzên faşist, nîjadperest û paşverû di xetek de hatine ba hev û û bi yek dengî êrîşan dikin."
Wî daxuyakirin ku, bi operasyon û qedexeyan bajar û navçeyên Kurdan hatin wêran kirin.
"Li Cizîrê tenê ne mirov, mirovahî jî hat kuştin. Rêxistinên sivîl gelek caran hewil dan lê nikaribûn li bajar û navçeyên Kurdistanê pêşî li kuştina sivîlan bigrin. Neha heman xetere li Nisêbîn û Şirnexê jî heye. Bombebaran dewam dike û jiyana sivîlan di xeterê de ye."
Racî Bîlîcî behsa êrîşa çend roj berê ya li ser sînorê gundê Roboskiyê pêk hatibû jî kir. Ji gundiyên ku çûn kaçaxiyê du kes hatin kuştin.
"Ev hewildana qetîlamek nû ye û dixwazin îrada malbatên Roboskiye bişkênin."
Wî behsa rewşa rêvebirê DBPa Şirnexê Xurşît Kulter jî kir û got ev bûyer, kuştinên kiryarên wan ne diyar yên di salên 90î de tîne bîra mirovan.
Rêxistinên sivîl bang li rêxstina Lêxweşbûna Navnetewî, Konseya Ewrupa, Neteweyên Yekbûyî kirin da ku jibo Xurşît Kulter bikevin nav hewildanan.