Şeva borî firkên cengê yên Tirkiyê herêma Nêrwe û Rêkan li parêzgeha Duhok bombaran kir, di encama bombebaran firokên Tirkiyê de 7 kesên sivîl hatin kuştin.
Nûçeyên ji herêmê dan zanîn ku, li qeza Amêdiyê li gundên herêma Nêrewe û Rêkan, 3 kes dema bi armanca rava masiyan li ser ava "Mark" bûn, herwiha 4 kesên din dema di nav bîstan û derametê xwe da bûn, di êrîşan de hatine kuştin.
Nûçegihanê Dengê Amerîka li Duhok got, êrîş şeva bûrî pêkhatîye, her 7 qûrbanî xelkê nahîya Şêladizê ya girêdayî qeza Amêdiyê ne.
Çavkaniyên mediyatîk li herêmê bomberana firokên Tirkiyê bo ser gundiyan li herêma Şêladizê piştrast dikin û didin zanîn ku, her 7 kesên sivîl bûne qûrbanên êrîşên firokên Tirkî, navê qûrbaniyan wehane: Faxir Sarkî Rêkanî, Hekîm Kiryadêrî Rêkanî, Şaaban Dihêkî Rêkanî, Îsmat Sîteyî Rêkanî, Ciger Sîdanî Rêkanî, Sîdad Sîdanî Rêkanî, Elî Sîdanî Rêkanî.