Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîş li Dij Bingeha Firokên Şer ya Firokxana Diyarbekirê


Şeva Sêşemê li balefirgeha firokên şer ya Diyarbekir/Amedê du teqîn rû dan. Derbarê teqînên ku li çar aliyê bajêr hate bihîstin, li ser medya civakî hate îddiakirin, endamên PKK li ser depoya muhamatê bi dronan êrîşên bombeyi pêk anîne.

Wîlayeta Diyarbekirê û Wezîrê Karê Navxwe Suleyman Soylu li ser teqînan, daxûyanîyên nivîskî belav kirin û anîn ziman ku tu ziyanek nîne.

Wezîr Suleyman Soylu di daxuyaniya xwe li ser buyerê got

''Rêxistina terorîst bi firokên maket li ser bingeha firokan êrîşek kiriye lê êrîş bi silametî hate tekbirin û tu ziyanek jî çênebûye.''

Raporta Diyarbakir/Amedê 19 05 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:29 0:00

XS
SM
MD
LG