Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ser Azadîya Ragihandinê li Tirkiye Nîqaşên Nû Destpê Dikin


Daxwazên Azadiya Rojnamegeriyê li Tirkiyê
Daxwazên Azadiya Rojnamegeriyê li Tirkiyê

Roja Çarşemê malpera Oda TV nûçeyek belav kir li ser dezgehên ragihandinê û rêxistinên sivîl yên ku ji Chrest Foundation ya li Amerîka bexşîna diravî distînin.

Medyascop, Serbestîyet, Punto 24, 140 Journos, DİSA, Weqfa Mezopotamya jî di nav de, di van dezgehan de cî dirgin.

Piştî nûçeya Oda TV li ser medya cîvakî nîqaşên berfireh hatin destpêkirin. Hin alî îda kirin ku Oda TV bi nûçeya xwe van dezgehan kirîye armanca hikumetê.

Berdevkê Serokomarîyê Fahrettîn Altun, li ser vê nûçeyê daxûyanîyek da û peyama biryarên nû da ''Em dizanin ragihandin her dem bala wesayitên hundir û derve dikşîne û vê mijarê em ji nêz ve dişopînin.

Hin rêvebirên dewletan di nav hewildana dîzyankirina sîyaseta Tirkiyê de ne, alîkarîya bexşîna diravî jibo sazî û dezgehên li Tirkiyê hene li ser vê armancê ye. Bi hiceta azadîya ragihandinê em nahêlin ku demokrasîya xwe bikin taştê an firavîna hin alîyan'' Altun got.

Lijneya Bilind ya Radyo û Televîzyonê (RTUK) jî derbarê mijarê de daxûyanîyek da ''Dema hin dewlet bixwazin destê xwe dirêjî nav me bikin, welatê me li gorî xwe dizayn bikin weke amûra sereke medyayê bikartînin. Dijminatîya Tirkîyê bi hiceta parastina azadîya ragihandinê propagandayên neyênî dikin. Bexşa diravî ya weqfên biyanî dibe sedema ewlehîya netewî û jibo wê jî ewê hin biryarên nû derxin'' RTUKê got.

23 dezgehên navnetewî yên ku jibo azadîya ragihandinê xebatan dikin li dijî daxûyanîyên rayedaran, daxuyanîyek belav kirin.

Daxuyanîya hevpar ya dezgehên navnetewî bi pêşengîya Mudaxeleya Lezgîn ya jibo Azadîya Ragihandinê (MFRR) hate belavkirin.

Îmzeya Yekîtîya Rojnamegerên Ewrûpa (AEJ), Enstîtûya Navnetewî ya Ragihandinê (IPI), PENa Navnetewî, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkîyê (TGS), Cemîyeta Rojnamegeran jî di daxuyanîyê de heye û daxuyanî dibêje ''Rayedarên dewleta Tirkîyê, bexşîna diravî ya jibo dezgehên serbixwe, dike hicet ku gavek mezintir bavêjin jibo fetisandina ragihandina azad.''

Di daxuyaniyê de dîsan hatiye ku ''Di bin sîya tekoşîna li hember nûçeyên derew, daxwaza kontorla rastîyê bi yasayan, di heman demê de erka rayedaran zêde dike jibo bêdengkirina dengên alîyan. Ev jî tê wê wateyê ku bingeh çêdibe jibo mekanizmaya sansurê ya ku arasteya wê di deste hikumetê da ye.''

Raporta Diyarbekir/Amedê 24 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:41 0:00

XS
SM
MD
LG