Press in Arrest darizandin û dozên di derbara rojnamevanên li Tirkîye dişopîne û bi belge û raporan diweşîne. Û wan raporteke nû ya bi navê "Anatomîya Darizandina Rojnamevanan Li Tirkîye" weşand.
Press İn Arrest ji sala 2018’an heta niha 240 dozên ku di derbara 356 rojnamevanên hatine darizandin bi raporekê eşkere kir. Di vê raporê de tê dîyar kirin ku xebatên hiqûqî yên rojnamêvanan bi awayekî sîstematîk bi qanûna tawanan dibin armanc.
Herwiha di raporê de tê destnîşan kirin ku Tirkîye peywirên xwe hiqûqî de ne li gorî qanûnên navnetewî tevdigere û ew di bikaranîna qanûnên navnetewî de kêm dimîne.
Dîsa di vê raporê de delîlên binpêkirinên mafên mirovan ên sîstematîk yên li ser azadîya ramanê bi 4 xalan hatiye eşkere kirin.
Bi vê yekê ve girêdayî rojnamevan bi qanûna cezayan û bi zagona tekoşîna dijî terorîzmê têne armanc girtin. Di raporê de tê gotin ku “Diyar e ku gelek xalên van qanûnan pir fireh û nezelal in û jiber vê yekê jî ev qanûn ne li gor pîvanên hiqûqê yên navneteweyî ne.
Di xala duyan de jî tê dîyar kirin li gor pêzanînên berhevkirî jiber rexnekirina hikumetê tê xuya kirin ku binçavkirin û girtina keyfî ya rojnamevanan heye. û herwiha rapor dîyar dike ku ji bilî rêwşên awarte û rewşên îstîsnaî girtin û binçavkirina rojnamevanan dijî makezagona Tirkîye û dijî hiqûqa navnetewî ye.
Di xala sêyan ya vê raporê de jî tê gotin ku darizandina rojnamevanan jî dijî prensîbên wek hekhevîya alîyan, karîneya bêsûcîyê bi awayekî domdarî tê binpêkirin.
Di xala çaran de jî tê gotin ku di darizandina rojnamevanan de dadgeh ne serbixwe û bêalî ne.
Rojnamevan û rêvebira Press İn Arrest Burçak Bellî ser girtin û binçavkirina rojnamevanan got ku, “Tirkîyê “Peymana Mafên Mirovan a Ewrupa” qebul kirîye. Jiber vê yekê jî Tirkîye hem li gor makezagona xwe hem jî li gor vê peymanê mecbur e ku li gor vê yekê tevbigere.”
Herwiha Bellî bi berdewamî dibêje ku “Madeya 10’an ya Peymana Mafên Mirovan a Ewrupa, madeya 19’an ya “Peymana Mafên Sîyasî û Medenî” û dîsa madeyên 26 û 28’an yên makezagona Tirkîye ser azadîya medyayê madeyên girîng in û mafê azadîya raman û medyayê diparêze. Jiber vê yekê jî li Tirkîye girtin û binçavkirinên zêde yên rojnamevanan dijî van madeyan in.”
Dîsa rojnamevan Bellî dîyar kir ku jiber zagona tekoşîna dijî terorîzmê cezayên giran jibo gelek rojnamevanan têne xwestin.
“Di raporê de di darizandinên rojnamevanan de dadgeh taybetî bi çend qanûnên hertim rojnamevanan didarizînin. Ev yek di rapor û hişyarîyên sazîyên parastina mafên mirovan yên navnetewî jî de xuya dike. Li gor pêzanînên me di navbera 2 sal û nîvan de rojnamevan di darizandinên xwe yên 299 caran de ji zagona tekoşîna dijî terorîzmê hatin darizandin. Ev dibe sedema cezayên pir giran yên dijî rojnamevanan.”
Bellî di qedandina axaftina xwe jî anî ziman ku ji sala 2018’an û ber bi roja îro ve azadîya ramanê û zêxtên li ser rojnamevanan zêde bûye û ew dîyar dike ku bertekên sazîyên rojnamevanî û sazîyên civaka sivîl têre ji holê rakirina van zextan nake. Herwiha wê xwest ku qanûnên netewî û navnetewî di darizandina rojnamevanan de werin bikaranîn.