Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Prof. Sambûr:Tirkîye di Sîyaseta Sûrîyê de Dixwaze Dîplomasîyeke Nû Bimeşîne


Prof. Bîlal Sambûr
Prof. Bîlal Sambûr

Di van demên dawî de, bala Tirkîyê tevahî li ser vekişîna Amerîka ji Sûriyê gur bûye. Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu, plankirye ku 5 Rêşemî 2019 bi serokatiya şandekê seredana Amerîka bike.

Armanca Tirkîyê ewek ku, bi Amerîkayê re koordinasyona Bakûrê Sûrîyê bimeşînîn.

Wezîrê dibêje “Piştî ku Amerîka biryara vekişînê da li rojhilatê Firatê-Bakûrê Sûrîyê me çi kir me bi Amerîkayê re koordinasyoneke birêva bir.”

Prof. Dr. Bîlal Sambûr, dema dîplomasîya ku li pêşîya Tirkîyê de tê meşandin dinîrxîne dibêje Tirkîye dixwaze derheqê Sûrîyê de dîplomasîyeke dur û dirêj birêva bibe.

Sambûr dema vê yekê dide ber çav dîyar dike û dibê Amerîka razîye Tirkîye bikeve Sûrîyê lê Rusya naxwaze bê rejîma Sûrîyê Tirkîye têkeve nav Sûrîyê.

Prof. Dr. Sambûr gava balê dikşîne ser dîplomasîya nû ya Tirkîyê jî wiha dibêje:

“Tirkîye di demeke nêz de li Sûrîyê nikare armanca xwe bîne cî. Tirkîye ana lîstikeke nû dide pêşîya xwe. Ev lîstik di demeke kurt de nîne, lîstikeke demeke dur û dirêj e. Ana Tirkîye li benda goherîna hevkêşeya ye li herêmê. Li ber vî jî dixwaze dîplomasîyeke nû birêve bibe.”

Professor Sambûr
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:28 0:00

XS
SM
MD
LG