Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje, Hîn Zûye Em Behsa Avakirina Bingehên Leşkerî Yên li Sûriyê Bikin


Çavkaniyên Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser agahiyên herî dawî yên ku ajansa Reutersê di vê derbarê de belav kirine, ragihandin ku hîn zû ye em gotûbêja ser ka Tirkiye bi niyeta avakirina baregehên nû yên leşkerî ye li Sûriyê bikin.

Lê di heman demê de jêderan roja Pêncşemê ji kenalên medyayî yên fermî re gotin ku "wê nexşerêyeke hevbeş ji bo pêşxistina şiyan û amadekirina artêşa Sûriyê bê danîn û gavên berçav di vî warî de dê bên avêtin".

Çavkanîyan herwiha diyar kirin ku nexşerêya navborî "li gorî daxwazên hikûmeta nû ya Sûriyê ye".

Ajansa Reuters du roj berê li ser zarê 4 jêderên ku weke yên "agahdar" bi nav kirin got ku tê çaverêkirin ku peymana berevaniyê "avakirina baregehên esmanî yên Tirkiyê li navenda Sûriyê û perwerdekirina artêşa nû ya Sûriyê" di nava xwe de digire.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Yaşar Guler jî berî niha tekez kiribû ku hêzên çekdar yên Tirkiyê "dikarin piştgiriya avakirina artêşeke nû li Sûriyê bikin, eger aliyê Sûriyê wê daxwazê bike."

Di vî warî de gava yekem ji aliyê şandeya leşkerî ya pilebilind ya Sûrî ve hatbû avêtin, dema ku di dawiya meha Çile ya borî de serdana Şamê kirbû.

Çavkaniyên berevaniyê yên Tirkiyê ragihandin, ku li gorî malpera "TRT"ê, armanca Tirkiyê ya niha parastina yekparçeyiya axa Sûriyê, dabînkirina îstiqrarê û rêgirtina li çalakiyên “endamên terorîst” e.

Wan çavkaniyan di berdewamiya axaftinên xwe de got "Em piştgîriya hewlên hikûmeta nû ya Sûriyayê dikin bo dabîn kirina aramiyê bi awayekî ku tevahiya Sûriyê li xwe bigire. Me diyar kir ku em amade ne her cure piştgîriya ku ji destê me were di mijarên ku dikeve çarçoveya erkên wezareta me de pêşkêşî wan bikin."

Serokê Sûriyê yê demkî Ehmed El-Şe’ir roja Sêşemê serdana Enqerê kirbû. Piştî gehiştina Enqerê, wî bi Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re hevdîtin pêk anî.

Jêder: Reuters/Medya Tirkî/Alhurra

XS
SM
MD
LG