Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Karanîn û Kuştina Zarokan Zêde Dibe


Jinek li Hember Parlemena Tirkiyê daxwaza parastina mafên zarokan dike

Tirkiye, di demên dawî de bûyerên karanîn û kuştina zarokan bûne mijara axiftinan li Tirkiyê, di civakê de li hember van diyardeyan nerazîbûnek zêde heye.

Li gor anketan, di warê socên karanîn û kuştina zarokan de Tirkiyê di nava welatên cîhanê de di rêza sêyemîn de ye. Di deh salên dawî de li Tirkiyê bûyerên karanîna zarokan sedî heft sed zêde bûye.

Komeleya Mafên Mirovan IHD, Şaxa Mafên Zarokan ya Stenbolê rapora îhlal kirina mafên zarokan amade kir. Di vê raporê de, di şazdeh salên dawî de çarsed û çil hezar li jêr jiyê yasî ne, zarokên wan çêbûne.

Koordînatorê Komîteya Mafên Zarokan ya girêdayî Komeleya Mafên Mirovan, Huseyin Kuçukbalaban, sedema vê zêdebûna weha zelal dike.

"Li Tirkiyê di zewaca zarokan de hişmendîyek kêm heye, li gor qanûnên netewî û navnetewî kesên di bin jiyê 18 saliyê de, weke zarok tên dîtin. Jiber vê yekê zewaca zarokan neqanûnîye, lê em dizanin ku li Tirkîyê zarok bi zorê tên zewicandin".

Li gorî wezareta dadwerî ya Tikriyê, her sal 17 hezar zarok têne zewicandin. Ji bilî vê yekê, di 10 salên dawî de hejmara dozên karanîna zarokan sê qat zêde bûne. Ji van dozan ji tenê sedî 45 bi mehkûmîyetê encam digre.

Di civakê de, li hember kuştin û karanîna zarokan bertekên mezin tên nişandan.

Hikûmetê ji li hember vê yekê gotîna îdam û xesandinê anî rojevê. Gelo gotina hikûmetê ya xesandînê û îdamê yên pêşiya kuştin û tecawiza ser zarokan bigre an na?

Kuçukbalaban dibêje, ne xesandin, ne ji îdam nabe çare, wiha got "Çareserî ewe ku jibo parastina zarokan zêdetir qanûn bên çêkirin û hişmedîyek di nav civakê de bê avakirin".

Herweha, li gorî saziya îstatîstîkan TUİK’ê, di 10 salên dawî de 482،908 zarok bi destûra dewletê hatine zewicandin, lê hejmara zewacên olî jî gelek zêde hene.

Kuçukbalaban wiha got "Pewîste li Meclîsa Tirkîyê Ya Mezîn (TBMM) komîteya Mafên Zarokan bê avakirin, Wezareta Zarokan dikare bê avakirin. Pêwîste mekanîzmayên parastina zarokan zêdetir pêş bikevin. Em dibînin ku ev mekanîzmayên parastinê kêm in”.

Weke din ji Dadgeha Destûra Bingehîn "AYM", biryareke nakokî da. Dadgehê jibo zewaca olî şerta zewaca fermî rakir.

Wisa xuya dike ku ev biryara Dadgeha Destûra Bingehîn "AYM", hejmara zewacên bi zorî yên zarokan zêde bibin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:34 0:00

XS
SM
MD
LG