Deshilat û opozîsyona Tirkîyê helwesta artêşa Misirê, ku dest danî ser rêvebirîya welêt, rexne dike.
Her çar partîyên sîyasî li parlamana Tirkîyê, bi îmzekirina danezaneke Komîsyona Lêhurbûna Mafê Mirovan, darbeya li Misirê pêk hatîye şermezar kirin.
Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, jibo rewşa li Misirê got, ‘Darbeyên leşkerî nayên qebûl kirin. Hêvîdar im di zûtirîn demê de demokrasî ser bikeve.’
Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Bekîr Bozdag jî destnîşan kir, ‘Li demokrasîyan yekane rêya veguhestina deshilatê, sindoqa hilbijartinê ye.’
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu, îro Pêncşemê helwesta Tirkîyê ya fermî eşkere kir.
Davutoglu got, ‘Hinceta wê çi dibe bila be, nayê qebûl kirin ku dehilatîyeke bi hilbijartinan hatibe ser kar bi rêyên ne meşrû were hilweşandin.’