Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Licê di Êrîşekê de 3 Leşker Kuştî û 24 Birîndar Hene


Lice, Turkey
Lice, Turkey

Ajansan li gor çavkaniyên dewleta Tirk ragihandin ku, şevê din, li ser riya Amed Licê - Çewlikê, êrîşek bi trombêlek bombekirî li dij hêzên leşekerên Tirk pêkhatiye, di encam de 3 leşker mirine û 24 jî birîndar bûn e.

Ev êrîş, li hemberî qereqola Mermerê ya li ser rêya Amed-Lice-Çewlikê de pêkhatiye.

Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dibêje, heta niha 1000 milîtanên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistan PKK û 300 endamên hêzên ewlekariya Tirki di pevçûnên vê dawiyê de hatine kûştin, lê partiya nêzîkî kurdan HDP ya opozisyon dibêje di êrîşên hêzên ewlekariya Tirk de bû ser herêmên kurdan bi sedan sivîl hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG