Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Siyasetmedarê Tirk Korkut Ozal Koça Dawiyê Dike


Siyatmedarê Tirk û birayê serokomarê berê yê Tirkiyê Turgut Ozal serê sibeya roja Çarşemê li Stenbulê di jiyê 87 saliyê de koça dawiyê kir.

Ajansa Anadolu ya nêzîkê dewletê ragihand ku, Korkut Ozal li mala xwe ya li Stenbulê, piştî nexoşiya tengenefesî û prisgirêkên xûnê çû rehmetê.

Korkut Ozal endaziyarî xwendiye û du caran bûye wezîr, sala 1970 bûye wezîrê Çandinê û herweha jibo demek kurt di di sala 1977-1978an, bûye wezîrê navxwe.

Sala 1995an weke endamê parlamenê hatiye hilbijartin, ji sala 1997an piştî mirina birayê wî Turgut Ozal serokatiya partiyek rastig ya navîn dikir, heta sala 2001an dest ji siyasetê berda û xanenişîn bû.

Merasîmên veşartina wî dusibe, roja Înê 4î mehê li bajarê Stenbûlê dê bihê encam dan.

XS
SM
MD
LG