Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Wê Roja Şemîyê Pakêta Aborîyê Dîyar Bike


Wezîrê xezîne û darayîyê yê Tirkîyê Nureddîn Nebatî
Wezîrê xezîne û darayîyê yê Tirkîyê Nureddîn Nebatî

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê îro Pencşemê ragihand ku wezîrê xezîne û darayîyê yê welêt Nureddîn Nebatî wê roja Şemîyê li hember zêdebûna buhayan hin tedbîr û gavan dîyar bike.

Wezîr Nureddîn Nebatî wê tedbîrên dijî zêdebûna buhayan, modela bo anîna zêrên "di binê doşegê" de nava sîstema darayî, û pakêta fînansê ya ku ji hêla Fona Garantîya Krediyê (KGF) ve tê piştgirî kirin, di heman rojê de parve bike.

Ajansê got ku rêvebirên payebilind yên kompanîyan, berpirsên bankayan û nûnerên komên karsaz wê beşdarî vê civîna wezîr Nebatî bibin.

Ev civîn, piştî ku Nebatî vê hefteyê sîyaseta darayî ya Tirkîyê ji veberhênerên li Londonê re destnîşan kir, ewê pêk were.

Di hevdîtinan li Londonê, wezîr soz da ku nirxa lîreyê aram bihêle, enflasyonê heta yekhejmarî kêm bike.

Nirxa Lîreyê îsal bi aramî ye piştî ku di 2021'an de nirxa wê ji sedî 44 daket, dema ku banka navendî bi fermana serok Tayyîp Erdogan rêjeya faîzê daxist tevî enflasyon zêde bû.

Herwiha, ajansa Anadolu got ku di pakêtê wê teşwîqên bo derfirotan û hilberînê hebin, bi pakêtek fînansê ya hilbijartî ya bi rêya KGF-yê ku ji bo teşwîqkirina aboriyê bi garantîkirina deynên ji bo fîrmayên piçûk û navîn hatiye amade kirin.

XS
SM
MD
LG