Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Krîza Aborî Ser Firoşkaran Dibe Sedema Bandorên Neyinî


Turkey Economy
Turkey Economy

Li Tirkîye li alîyekî bilindbûna nirxê diravên bîyanî li hember Lîrayê Tirk (TL) li alîyekî din jî pêzanînên dawî yên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîye (TUÎK) bi awayekî berbiçav bandorên neyînî ser piranîya firoşkarên vî welatî dike.

Firoşkarên li Stenbolê jî para xwe ji vê yeke distînin ku beşek mezin firoşkarên vî bajarî Kurd in û herwiha gelemperîya firoşkaran dîyar dikin ku daketina nirxê diravên bîyanî dibe sedema bihabûna hemî berhem û kelûpelên ku ew difroşin.

Şefîk Can, li Kucukçekmece, Stenbol dikana wî ya kirîn û firotina telefonan heye.
Şefîk Can, li Kucukçekmece, Stenbol dikana wî ya kirîn û firotina telefonan heye.

Yek ji van kesan jî Şefîk Can e ku ew li taxa Kuçukçekmece telefonan dikire û difroşe. Can Ji Dengê Amerîka tîne ziman û dibêje jiber ku amûrên teknolojîk zêdetir ji derveyî Tirkîyê tên anîn, derkirîn ew her roj pirtir buhatir dibin.

“Karê me gelekî xirab e. Jiber ku dolar her roj bilindtir dibe û em nikarin tiştekê bifroşin. Bi kurtasî karê me girêdayî dolarê ye,” Can dibêje.

Herwiha firoşkar Can bawer dike ku li Tirkîyê qeyraneke mezin ya aborîyê heye û ew dibêje ku her roj hemî tişt buhatir dibin û ti kes nikare ti tiştî bikire.

“Mînak mûçeya karkerekî 4.250 TL ye. Eger ew bixwaze telefon an jî tişteke din bikire divê 4-5 mehan bixebite û bi vî awayî jî nikare bikire. Rewş pir xirab e,” Can dibêje.

Ridvan Beyhan, xwedîyê kafeyeke li taxa Fatîh, Stenbolê ye
Ridvan Beyhan, xwedîyê kafeyeke li taxa Fatîh, Stenbolê ye

Di heman demê de firoşkarê Kurd Ridvan Beyhan jî ji rewşa heyî gazîncan dike ku li taxa Fatîhê xwedîyê kafeyeke ye.

Ridvan Beyhan, xwedîyê kafeyeke li taxa Fatîh, Stenbolê ye

“Ev saleke ez vî karî dikim. Dema me dest bi vî karî kir kîloyek goştê mirîşkan 19 TL bû û îro jî em bi 52 lîrayan dikirin. Berîya niha me 10 hezar TL heqê av, elektrîk û gaza xwezayî dida. Lê, niha em 30 hezar TL didin û em hê jî jê xilas nabin,” Beyhan dibêje.

Beyhan bi berdewamî destnîşan kir ku wî êdî dev ji qezençkirina diravî berdaye û ew diravên di berîka xwe de jî dide û hê jî nikare ji bin deynan derkeve.

Hêjayê gotinê ye ku li Tirkîye li gor pêzanînên îro Şemîyê 1 Dolar 17.11 TL ye û 1 Euro jî 18.01 TL ye.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Li Tirkîyê Krîza Aborî Ser Firoşkaran Dibe Sedema Bandorên Neyinî Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00
XS
SM
MD
LG