Reuters’ê ragihand ku Tirkîyê, bo radestkirina gumanberekî hewila darbeyê ya 15’ê Tîrmehê nota daye Almanya.
Adil Oksuz, ku hikûmet wî wek ‘’îmamê hêzên esmanî’’ bi nav dike, li dû hewildana darbeyê hatibû dester kirin, piştî dû roj hatibû berdan.
Hikûmet ji Tîrmeha 2016’an ve li Oksuz digere. Di medya Tirkîyê de hatibû nivîsîn ku Oksuz li Almanya hatîye ditin.
Tirkîyê ji Almanya xwest ku ger Oksuz li wir were dîtin wî radest bikin.
Li gor peymana di navbera Almanya û Tirkîyê de, her du dewlet divê tawanbaran radestî hev bikin.