Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Emê bo Toleyan Heman Bersîvê Bidin Amerîka


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu

Wezareta Derve ya Tirkîyê dîyar kir ku ew toleyên Amerîka yên dijî Tirkîyê bi tundî şermezar dikin û ewê bê ku rawestin bersîva vê helwesta ‘’êrîşkar’’ bidin.

Wezaretê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ew biryara Wezareta Xezînê ya Amerîka bi tundî protesto dikin.

Wezareta da zanîn ku biryara Washingtonê dijî peywendîya Amerîka û Tirkîyê ye û dîyar kir ku ewê zarareke mezin bide hewildanên avaker yên di navbera Enqere û Washingtonê de.

Wezareta Derve ya Tirkîyê di daxuyanîyê de bang li Amerîka kir ku ‘’ji biryara şaş’’ vegere.

Rêvebirîya Amerîka, Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu û Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamît Gul, jiber rola wan ya di girtina qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, xistibûn lîsteya toleyan.

XS
SM
MD
LG