Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Ser Biryara Amerîka ya Derxistina Wê ji Bernameya F-35 Bertekan Nîşan Dide


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu

Enqerê ser biryara Amerîka ya derxistina Tirkîyê ji bernemaya F-35 bertek nîşan da.

Wezareta Derve ya Tirkîyê bi daxuyanîyeke nivîskî bang li Amerîka kir ku vê biryara xwe bi şûnde vekişîne.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku biryara Amerîka ‘’ne adil e, dijî hevalbendîyê ye û ti sedema wê ya rêwa tune ye’’

Qesira Sipî dabû zanîn ku Tirkîyê jiber ku ji Rûsya S-400 sitandine ewê ji bernameya F-35 were derxistin.

XS
SM
MD
LG